Firêz ji malbata gulan tê hesibandin. Fêkîyek sor, bêhnxweş û tamxweş e. Dişibe bacanên sor yên biçûk. Firêz jî bacansor bixwe ye. Bejna wê 20- 30 cm bilind dibe.Belgên wê kesk , sêçiq, rexên wan wek birekan (mişar) xetxet in.Dişibihin belgên gezgezokê (lê gez nakin û mezin in). Binê belgên wê wek pûrtek hevrîçimî ye. Kulîlkên wê pêncpel û tacanî ne.
Kêrhatî: 1- Jibo aşikê bandora xwe ya erênî heye. 2- Taybetî (xweserî) ya xwe ya êşbirîyê heye. 3- Dil bihêz dike û destavê (mîzê) diqulipîne. 4- Mêlakê paqij dike û xwînê zêde dike. 5- Bedenê bihêz dike û ji nexweşîyan diparêze. 6- Ji nexweşîyên çavan re pir bi fayde ye. 7- Jibo başbûna nexweşîyên gurçik û mesane dibe alîkar. 8- Zixta (tansîyon) bilind dadixe, kurmên rûvîkan tavêje der. 9- Hêrsbûnê aram dike, agir dadixe. 10- Madeyên xusardar ji bedenê tavêje, xweşikahîyê dide çerm ( cild). 11- Jibo hişkbûnên reh, jîy, movik û bawîbûnê zehf bi fayde ye. 12-Kolostrolê dadixe.
Komisyona Ewrûpa ya Monografî di belavoka xwe ya 01.02.1990. Nr 22 an de daxuyanî dike ku, belgên tûerdê berî her tiştî jibo sermagirtinên rûvîk û aşikê, hinavçûyîn (virik), teralîya rûvikan, nexwşîyên mêlakê, zerik, bawîbûn, nexweşîyên gurçikan, nexweşîyên rêyên avrêjê, hêrsbûn, xistina kevir û xîz (qum) an, tevgêra xwînê û dil, xwînpaqijkirin û xebitîna metobolîzmê tê xebitandin.
Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek û Ahmet Marankî dibêjin: Heke belgên tûerdê bên kelandin û dawerivandin (dilopandin) û rojê sê fincan jê bê vexwarin, wê pêşîya hevkelîna sefrayê bigire, xetimînên xalik (fatereşk) ê veke, peçivîn (werimîn) ên mêlakê şoqe bike. Heke ji wê avê dev û qirik bê xelxelekirin wê zehf faydê bide arêşeyên wan . Heke patik ( cilik, paçik) ek bi wê avê bê şilkirin û li pecivînên çavan bê xistin, wê wan peçivînan dabêxe.
Di tûerdê dê madeya “ ASÎDA SALÎSÎLÎK” heye ku di çi fêqîyên din de peyda nabe. Ew made dermanê bawîbûnê yê mader û bingehîn e.
Xendan