Nûçeya Girtinê
Xalid Umer
Ey birayê ne ji bav û ne ji dê
Lê birayê soz û peyman û kedê
Wa Birahîm wê çilo çav rakevin
Ez nizanim wê çilo şev biqedê
Heyfe îro serwerê xama bedew
Ketiye destê serwerê tar û bedê
Nûçeya girtna te lerzek ma çî ye?
Dihejî binmide qasê kumbedê
Wa Birahîm ez çi bêjim qeleman
ger bipirsin Ka ximava zebedê
Wa Birahîm ez çi bêjim qeseban
Ger ku bêjin kanî xwediyê mivredê
Wa Birahîn tu ji destê min derketî
Ey hevalo ser te bin destê Xwedê
Nivîskar Birahîm Xelîl endamê desteya birêvebir ya Yakîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya
Duh di encama şerê ku li Hesekê qewimî, ji hêla rêjîma Sûriyê ve hat giritin.