250 kes ji gundê Ebû Mariya yê nêzîkî navçeya Teleferê ya Mûsilê, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin girtin.
Jêderekî ji Hêzên Pêşmerge li nêzîkî wê deverê ji Rûdawê re ragihand: “Duhî danê êvarî çekdarên DAIŞê çûn nav gundê Ebû Mariya, ku dikeve navbera Telefer û navçeya Keskê û daxwaz ji wan kirin ku ligel wan şer bikin, lê wan gundiyan ev yek red kir. “
Wî jêderî wiha got: “Piştî redkirina gundiyan, şer di navbera gundî û çekdarên DAIŞê de derket û 3 kes ji gund hatin kuştin û piştre ji ber hêza way a mezin, gund dorpêç kirin û 250 zilam û xort ji wan girtin û birin girtîgeha Keskê.”
Heman jêder da zanîn ku, “Ev demeke çekdarên DAIŞê ber xwe dane gundên ereban li parêzgeha Mûsilê û daxwaz ji zilam û xortê wan dikin ku tevlî wan bibin û eger ew red bikin tên kuştin.”
Her duhî çekdarên DAIŞê çûbûn nav gundê Tîmara yê ser bi navçeya Keskê ya rojavayê Mûsilê, ku xelkê wî gundî hemû ereb in û daxwaz ji zilamê wan kirine ku rajin çek û li dijî Pêşmerge şer bikin, lê xelkê wî gundî ew daxwazî red kirine.
Xelkê Gund ji çekdarên DAIŞê re gotine: “Em amade ne parastina gundê xwe bikin, lê em tevlî we nabin. Çekdarên DAIŞê jî her yekser ew kes daliqand.”
Herwiha piştî daliqandina wî kesî, şer di navbera xelkê gund û wan çekdaran de derket û di encamê de 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Rûdaw