Derhênera kurd Şîrîn Cîhanî, xwe ji çêkirina filmekê li ser şerê Pêşmerge û DAIŞê re hazir dike.
Sînemager kurd a Rojhilatî, Şîrîn Cîhanî ji Rûdawê re got, dê filmekê li ser şerê Pêşmerge û DAIŞê çêbike ku 4 lîstikvan dê bi hev re rola serekî bilîzin.
Cîhanî navê filma xwe eşkere nekir lê zanîn ku film 90 deqîqe ye û kişandina dîmenên wê dê îsal dest pê bike.
Şîrîn Cîhanê, ku li Başûrê Kurdistanê dijî, li ser naveroka filmê jî got, di filmê de serkeftina Pêşmerge di şerê DAIŞê de tê vegotin.
Rûdaw