Li Stenbolê li hember Qereqola Şaxa Tûrîzmê, jinekê êrîşeke xwekujî pêk anî û polisek jiyana xwe ji dest da polisek jî giran birîndar bu.
Li Stenbolê li hember Qereqola Şaxa Tûrîzmê ya li Qada Sultanahmet a Stenbolê jinekê êrîşeke xwekujî ya bombeyî hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku jina êrîş pêk aniye piştî li hember polîsan bombe teqandiye, beriya ku bombeya duyemîn biteqîne ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.
Nasnameya jina ku êrîş pêk anî hê zelal nebûye. Piştî teqîna yekemîn sê bombeyên hatin tespîkirin bi funyeyê bi kontrol hatin teqandin.
Polîs Kenan Kûmaş ê di teqînê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê mir. Lêkolîna têkildarî bûyerê didome.
Hefteya buhrî jî ku li hemberî polîsên Qesra Dolmabahçe çalakiyek hatibû lidarxistin, Firat Ozçelîk ê çalakî pêk anîbû hatibû girtin û rêxistina çepgir DHKP-C êrîş girtibû ser xwe.
Xendan