Êzdiyên li kampa ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê avakirin dimînin bi armanca xweseriya Şengalê meşek li dar xistin. Piştî meşê leşker bi wesaitên zirxî û çekên giran ketin hindirê konbajar û alozî derket.
Li Amedê Êzdiyên kû di kampa ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin vedan dimînin ji bo daxwazên xwe bînin ziman meşek li dar xistin. Piştî meşê li ser navê êzdiyan . Xidir Hecî daxuyanî xwend û wiha got: “Em dixwazin Şengal ji aliyê gel ve bê parastin. Divê ji Şengalê xweserî bê dayîn û statuya wê bê nasîn.”
Hecî anî ziman ku weke Êzdiyên li kampa dimînin ji bo piştgiriyê bidin kampanayaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 3 hezar û 500 îmza komkirin.
Piştî daxuyaniyên tîmên taybet ên leşkeran ketin qada wergehê û xwestin alanê vekirin bînîn xwarê. Tîmên taybet bi awayek rûpê û di destên wan de çekên giran bi wesayîtên zirxî di nava wergehê de geriyan. Fermandarê leşkeran bang li kesên wargehê kir û got ya dikin dijzagoniye û wiha got: “Em li vir destûrê nadin tu tiştên dijzagonî bên kirin. Hûn nanê vê dewletê dixwin. Hûn hûrmetê nîşanî vê yêkê bidin.”
Xendan