Dûr bin ji bend û berberî em tevde bûn kom û kerî
Îro tenê em bê serî dijmin li me girtin derî
Bi dest me naxin koçerî dibên bere Kurd hey herî…..
Ji (Zeviyek Gazîdan) a mele Nûrîyê Hesarî, helbesta: (Divê Kurd bibin yek).
(Dûr bin ji bend û berberî): Kesekî Kurd nemaye ku ev hevok negotiye, dîsan, her qonaxeke nû bendan pirtir dike û asta berberiyê bilindtir dibe, helbestevanê me jî dibêje: jê dûr bin. Lêkera (bin = bibin) fermanî ye, lê radije wateya haypêdanê, weke ku ji zarokan re bêje dûrî agir bin, bive ye.
Piştî vê daxwaza bi êş, Mele Nûrî rewşa heyî berçav dike (em tevde bûn kom û kerî), tevde bê awarte, lêkera bûnê jî li vir ji bo guhertinê hatiye, ango em ne ji kokê de wiha ne, mixabin em bûn, kom û kerî ne hevwate ne û zelal e ku kerî xirabtir e ji kom.
(Îro tenê em bê serî): Hevoka pêşî ya çareseriyê dixwaze ji guhdêr re bû (win), ya duyem û sêyem ku aloziyê destnîşan dike bi zimanê peyvok e (em), ango helbestevan jî weke hemû Kurdan xwe dibîne beşek ji pirsgirêkê, xwe qurbanî dibîne,lê dema çare tê xwestin ew berê xwe dide yên dora xwe, ji aliyekî din ve, sazkirina vê hevokê bi hostayî hatiye ku peyvan û terazûyê bi hev re parçeyên mûzîkê ava bikin, di encamê de dengek xweş tê guh (Îro/tenê/em bê/serî).
(Dijmin li me girtin derî): Hîna jî helbestevan bi navê gelê qurban ê kom û kerî daxive, helbet wê dijmin li gor neyariya xwe bike, tevî ku ew dijmin di vê hevokê de gelekjimar e, lê dikarin karekî hevbeş bikin (girtin), berevajî kom û keriyên bê serî.
(Bi dest me naxin koçerî): Wê kesek matmayî nemîne ku dijmin mafên biçûk jî bi dest bindestên xwe nexe, ji ber wê em têdigin ku di vê hevokê de Mele Nûrî weke hemû helbesevanên me yên berê hişyariyê dike, ev pêwistiyeke dema nezaniyê bû, lê wê nexweş be ku helbestevanekî niha bi vê yekseriyê ji xelkê re tiştên zelal zelal bike.
(Dibên bere Kurd hey herî): Ewê nerazî bin bi rewşa kom û kerî tenê, ya ku dixwazin Kurd herî, wenda bibî, nemîne, tiştê balkêş peyva (Kurd) li vir yekjimar e, ne win in, ne em in, lê Kurd e, yek e, mixabin weke di hevokê de hatiye ew tenê di nerîna dijmin de yek in.
Di vê bend û berberiyê de, emê bi hesreta Mele Nûrîyê Hesarî ji heman helbestê bi dawî bikin:
Hey wax li xortê çavbelek dijmin li dor wan bû xelek.
…………………………………………………………………………………………..