Gavine çiyayî tavêtin
Bi ciwaniya xwe re dipeyivî
Pişta wî tewiya bû
Lê bi hilgirtina rext û tifingê ew pişt rast dibû
Temenê di salan de çûyî
Axa çiyayên nemir diraxist
Û pala xwe dida latên ker
Di dîtina pêşî de tu dibê ev kalekî bê çare ye
Lê ew hêrseke bê tirs e
Ew hêzeke bê dawî ye
Mina exterekî ji heft ezmana bi zemîn dikenê
Ewî kalî çîroka mêraniyê dirûkir
Ewî kalî finda jiyanê pêxistibû
Berî ku Edîson ronahiyê bibînê
Ewî kalî dîroka min û te di malzaroka dayikê de firşik kiribû
Mîna xifşa xezalê ku li ber dilê dirindeyan nêçîreke ewqa şêrîn e
Vî kalî pêvajoya şer û aştiyê jev cuda ne kiriye
Jiber ku ew pêşmerge ye
Pêşmerge qurbaniyê azadiyê ye
Pêşmerge daramê rastiyê ye
Perwîn û kîwan e di çerxa Pêxemberan de
Pêşmerge padîşahê şetrenca mîran e
Balyozê mirovatiyê ye.
Min xwest jê bipirsim
Lê wî serê xwe hejand
Û ken dinav lêvên wî de dîlan dikir
Qermîçonkên demê bi kenê wî re winda dibûn
Lêvên wî lev diterpilîn
Tîpên peyvan pey min diketin
Û ji min re naveroka evînê şirove dikirn
Evîna welat
Evîna çek û têkoşînê
Evîna aştiyê di gurbûna şer de.
Min nema xwe girit û jê pirsî:
Mamo! Tê ci bikê û barê te temen e ?
Qey tu ne rawestiya ye?
Bi ser wî kenê nazik de
Tîrêjine awiran tûj bi ser min de hatin
Û dîse lêvên lrizî peyivîn
Lawo! Ji ber ku ez pêşmerge me
Pêşmerge narawestê ta peşkek xwîn hebê
Ew qurbanê welat e
Pêşmerge şûrê bindestn e
Pênûsa fîlozof û hêjayan e
Pêşmerge jiyan e di gorên mirinê de
Pêşmerge mirin e dema ku mirin qedexe bê
Pêşmerge pêşmerge ye dema ku doza miletê xwe pêk bênê
Û îro welat bangewaziyê dike
Kerkûk hewar dike
Ev Kurdistan e
Ev dayika hejaran e
Ev welat e.
Pêşmergetî erkê min û te ye
Îro geya û kevir pêşmege ne
Îro ax bi axîna pêşmerge ye
Îro dem dema pêşmergetiyê ye
Îro dem dema serxwebûnê ye
(Bêwar Girpirî)