Mahîn Şêxanî
li min dinerî dil bakirê
ez hêsîrê ve bejnê mê
ev çi şîr e vexweriye
ez xolamê diya wê mê
bi wan çava awerek da
weke tîrê da dilê me
dil firiya bi alî wê de
ez baz didim nagihêmê
Sor û sipî bûna sivê
dibê ji hinarê riwê wê mê
kilê Çava tew dibêje
ji reşbûna porê wê mê
hawar û sed hawar
ji derdê vê çelengê
ez geriyam li cîhanê
min xweşik dîne ne bi vê rengê
Zîna bi nav û dengî
ku bi rasty piştî wê mê
heger Cokenda biaxiviya
wê bigota ez cêrya wê mê
Xweda baweriya min bi te tê
li ez mirêdê ola wê mê
heger Xwedayê celengbûnê heba
wê bigota ez Xwedê me