Xemgînê Remo
Banga te giha dilê min
Û li zozanê dilînîya vedeng da
Dengê totak û goyîna
Bi nalîna hevdîtinê
Dirêjîya şevê didêran ……
Şev bê hîv bû
Û ji ewrên xemgînîya
Birûskên azar û kovana dirjiyan …..
Kul û derda dil digezîn
Û li ber pêlên xulmaşîyê
Min rîsê keser û xwezîyan
Dispartin devê kêran ……
Binkirasê elendê tenik bû
Li buhara civanê me
Û nikilokê tilî yê min kewnî birçî
Li gelî yê sînga te diçêriyan …….
Hingorê bi sarî û sorîya xwe
Em dorpêçkirin
Li biyabanê xewna
Du kevokên kovî li hev baniyan ….
Û nermîya bayê sıbehan
Dengê me
Bi dildarî li hev vedigêran …….