Lêlê Payîzê, bi fêkiyan xirxitî, bi xwîna tiriyan
Lewitî, derbas mebe meçe, gidî, were rûnê
Di binê banê min ê sîberî de; tu li wir dikarî vehisî,
Bilûra min a şên bi dengê xwe yê şeng bi awaz bike,
Bila keçên salê giş rabin şekleriyan!
De bistrêne strana şehwetperest a kulîlkan û fêkiyan.
‘Bişkoja di mihe’sereyê de bedewiyên xwe vedike
Ji tavê re, evîn dikişe rehên wê yên bi coş û peroş;
Kulîlk dardadibin bi birûyên Beyaniyê de,
Li jêra dêmên geş ên Êvara nefsbiçûk geş dikin,
Heta ku Havîna gûşîdar ji nişkê ve bistrêne,
Ewrên bi per û bask kulîlkan li dora serê wê raweşînin.
‘Giyanên hewayê bi bêhnên fêkiyan dermale dibin;
Û Şadî bi perikên sivik bi tolebazî digere li derdora
Baxan, an jî rûdinê li nava daran, ji xwe re distrêne.’
Wiha strand Payîza rûgeş, gava ku rûnişt,
Paşê rabû, xwe gurc û pêç kir, di ser gir û kepezên
Dilguvêş re xuricî çû, lê barê xwe yê zêrîn hişt.
William Blake
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir