Demhat Dêrkî
Ji Kobanê va roj da
tîrêj avêt dil û çava
dil bûne yek ji cana
dest bûn xaka evîna.
Bû çem herkî li nava
hesreta bi sedê sala
gul û sosin bûn rûya
bûne kenê li ser lêva.
Kobanê dengê xwe da
dermanê birîna çaxa
bûyî keskesora Kurda
roja te li cîhanê veda.
Alfebeya jînê
Jina Kurd afirand dîrok
nivîsand alfebeya jînê,
rûpel rûpel ew kir pirtûk
bi keda ji dilopê xwînê,
va dibîne cîhan yek yek
dixwînin vê xweşikbûnê.
Leyla Zîlan Arîn Mîrkan
deriyê navê vê jiyanê,
ser şopa wa gul vedibin
dema dimeşin ser wê rê,
roj hilat dibê ji çavê wan
bê wan jiyan tarî dibê.