Idrîs Hiso- Hewlêr
Nûçeyên ku ji Tirkya û Bakurê Kurdistanê tên der, eşkere dikin ku heger dijminekî doza gelê Kurd hebe ,ew jî Tirkiya ye. Û li ser serê wan hikûmeta partiya Dad û Geşepêdanê ye (AKP)ê , lê vê carê mîna berê dîsan dixwaze çavên me bi kirasê olê bêronî bike .
Di dîrokê de Kurdan mil bi milê Tirkan re şer û xebat kirine, siwarên hespên Kurdan li bera pêşî ya şer de bûn, yek ji sedemên pekveşer li gel Tirkan ew bû ola me yek bû, û xapandina gelek ji Kurdan bi gotinên hingivîn yên ku Etatork û berî wan jî Osmaniyên Kevin, ku ji Kurdan re digotin:”Em bira ne, û divê em kafiran ji welat derînin, û em ê welatekî ji bo Tirk û Kurdan ava bikin em ê tê de wekhev bin …!! ”
Ji aliyê din ve, Kurd hemî nebûn hevalê doza serxwebûnê ya ku hin zane û welatperwerên Kurdan dabûn pê û bi gotinên hingvîn hatin xapandin û xaka wan ma di bin piyên Tirkan de .
Ne tenê tirk bûn sebeba têkçûna doza azadiya Kurdistanê wê demê, naxêr..! Ne alîkariya gelek ji eşîr û axeyên Kurdistanê bi şoreşa Şêx Seî’dê kal re û şoreşên paşî wê jî.!
Dîsan diyar dibe ku bi behaneya oladariyê Tirk dixwazin Kurdan bera pêxîla hev bidin.
Loma li Cezîra Botan xaka Bedirxaniyan dixwazin ji bo çend jinekî ku serê xwe bi şerpak reş girê didin û mejiyê xwe tijî fikr û ramanê “Da’iş” kirine şer û pevçûnan derxin holê, da ku bêjin Kurd doza serxwebûn û cudabûnê ji Tirkiyê nakin.
Ez nizanim, heger ew kesên derketin xwepêşandanan li dijî şanoyekê ku çend çalakvan pê rabûbûn û kiryarên hovane yên “Da’iş” rexne kirine, çima li dijî kiryarên leşgerê Tirk li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê dernakevin xwepêşandanan?!!
Yan jî çima ji bo parastina Mislmanan li Kobanê dernakevin xwepêşandanê û dozê li hikûmeta Osmaniyên nû nakin ku alîkaryên xwe jibo “Da’iş” rawestînin ?!!
Heger bi rastî Mislman in çima rêka pêxemberê Xweda Muhemed (S) nagrin û pişta hejar û mezlûman nagrin û dest ji piştevaniya zalim û zordaran bernadin ?!!
Heger Mislmantî tenê mabe şerşefa serê jinan, ez bawer im ev ne bû ol ev bû tiştekî din ez bi xwe nizanim bê ew tişt çî ye?!
Heger Musilman in çawa dikarin bê deng bimînin li dijî serjêkirna mirovan bê tirs û fedî ?
Heger Musilman in çawa doza mafê xwe nakin wek miletên cîhanê?!!
Heger xwedî ol in çima dixwazin bimînin kole di bin destê Tirkan de?!! Ev çi ol e k mirovan kole bihêle.?!!
Nûçeyên ku ji Cezîra Botan tên gelek pirsan tînin rojevê, rewşa Kurdan ji aliyekî de û ya siyaseta dewleta Tirk ji aliyekî din ve dixe guman û pirsiyariyê de?
Cezîra Botan, wargeha Burca Belek û Bedirxaniya ne, Kurdistanî ye û keleha rewşenbîrî û netewa Kurda ye, berî mislman bên riwê dinyayê bi hezar salî, û di dema ola Mislmantiyê de jî Cezîr bû ye yek ji navendên ol û zanista Islamî û Kurdewarî ku bi saya vê nerîna berfireh û şaristanî ji ol û pêkvejiyanê re, Cezîra Botan bûye şarekî pir binav û deng, vêja wê çend jinekî serşerşefkirî û mejî genî nikaribin vê şaristaniyê têk bibin .