Rewşenbîr li ser bingehê azadiya fikir û beyankirina ramanê xebata xwe dike û çu carî ji vê rewşa bingehê xebata xwe re çavên xwe nagire an jî sistî neke. Heke hat û li hember pêlêkirina vê bingehê an jî tevlîheviya vê bêdeng ma, mahneya wê ew e ku di karê xwe de ne ji dil e; û bi xebata xwe re ne sadiq e.
Weke tê zanîn ji azadî, azadîxwazî û derbirîna fikir re çu sînor nîne.
Azadî têgeheke universal e; jin, mêr, hemî mirov, grub, etnîsîte, dîn, sinif, civak û milet xwedî eynî mafan in; hizira rewşenbîr û rewşenbîrîtê dest nade ku mirov sînorên azadiyê li gorî rewşa siyasî, aborî, dînî an jî sebebine din mehdûd bike.
Mirovê rewşenbîr parvekiroxê zanîn û bergehfirehkiroxê azadîyê ye.
Mêldar û alîgirê hukumdar û dezgehên hukumî nîne, di fikir û helwestwergirtina xwe de azad û xwedî prensîb e, bi îstîqrar e.
Bergehê fikir û derbirîna fikira rewşenbîriyê bi welat û civakekê re ne sînorkirî ye. Bi prensîbine universal tevdigere. Digel vê xebata xwe ya berfireh, rewşenbîr bi zimanekî milî dinivîse û di vê karê xwe de bê guman hewil dide da ku perspektîfeke şexsî biafirîne û li paş xwe şopeke welê bihêle.
Niha em bên ser pirsa asasî ya vê nivîsarê.
Gelo di dozparêziya dewleta kurdî de cîh û helwesta kesên rewşenbîr, xasima rewşenbîrên kurd çi ye, çawa ye?
Ji bo mebest û çêlkirina babetê dixwazim bi rewşenbîrekî kurd dest pê bikim: Ehmedê Xanî.
Ez her di wê fikirê de me ku ew xisûsiyetên me li jor nivisîn ji bo rewşenbîr û xebata rewşenbîriya civaka me jî hewce ne û divê em pêgirê wan bin. Li ser vê hizir û nêrînê gava em berê xwe didin tarîxa rewşenbîriya kurd, ew îmkan li ber destê me ne ku em karibin ji çavkaniyên bîr, fikir û çanda kurdî mirovine xwedî xisûsiyetên rewşenbîrî, bi zanîn, fikir û helwesta wan, wan weke nimûne dest nîşan bikin.
Baş e, çima Ehmedê Xanî?
Ma gelo çi xisûsiyetên Xanî hebûn ku mirov kare jê re rewşenbîr bêje?
Belê:
* Hişazahî, xebat, fikir û helwesta wî xisûsiyetên welê ne ku wî weke rewşenbîrekî bi me dide nasîn û zanîn.
* Ehmedê Xanî hişaza ye, bi zanîn û fikirên xwe serbest û bêtirs helwest werdigire û fikirên xwe beyan dike. Li dû paye û kursiyên keysperest nîne.
* Xanî di berhemên xwe de rexneyên tûj li mîrên kurdan, hukumdarên kurdan digire. Bi gotineke din ji ber hukumdariya mîran, fikirên xwe, zanîna xwe venaşêre, bi wêrekî helwesta xwe diyar dike.
* Xanî danerê medresa kurdîtîyê ye, danerê vejîn û geşbûna çanda kurdî ye. Danerê sîstema perwerdeya kurdî ye. Xanî bi xebateke rewşenbîrê tevdigere û zanîna xwe bi hevwelatiyên xwe re par ve dike. Bi ramanên xwe rê nîşa dide, zanîna xwe pêşkêşî civaka xwe dike.
* Xanî xwedî fikir e, danerê fikira neteweperweriyê ye. Parêzer û helwestwergirê ziman û çanda kurdî ye. Li qesr û qonaxên împaratoriyên wê demê, pesnê dagirkerên welatê xwe nade û bi gotina wî “paxirê” kurdî bi zêr û zîvê biyaniyan naguhere, serbilind û bi heysiyet tevdigere.
* Xanî bavê fikira dozparêziya dewleta kurdî ye. Serxwebûna Kurdistanê weke armanc nîşan dike. Xwe kêmî kesî û miletê xwe jî kêmî kesî nabîne û ji bo welat û civaka xwe doza statuyeke hevdem dike.
Me behsa çend xisûsiyetên rewşenbîrekî kirin ku berî sêsed salan jiyaye û berhemên xwe nivisîne.
Careke din bi kurtî çi ne ev xisûsiyet?
– Hişazahî.
– Rexnegirî.
– Xwedî helwesteke wêrek.
– Zanîn û parvekiroxê zanînê.
– Dozparêzê dewleta kurdî.
– Dozparêzê ziman û çanda kurdî.
Di ser fikir û berhemên Xanî re sêsed sal bihurîn. Lê ew xisûsiyetên rewşenbîrî ku me ji bo wî dest nîşan kirin, li xisûsiyetên li jor, yên destpêka vê nivîsarê diguncin û hîn jî li kar in. Îro jî mirov bi hêsayî dikare van xisûsiyetan ji bo rewşenbîriyê bipejirîne.
Xisûsiyetên rewşenbîriyê, weke li jor jî hate gotin, çê nabe ku ji ber vê an wê sebebê bêne mehdûd kirin. Azadî ji bo hemî mirovan û mefhûmên civakî ye. Rewşenbîrê ku bi karê xwe re sadiq be, nikare û çê nabe ku ji bo hin civak, grûb, milet, an mefhûmên civakî azadîyê biparêze lê ji bo hinên din bêdeng bimîne