Luqman Silêman
Heger ku em li vê sed sala çûyî baş binêrin wê ji me re diyar bibe çima Da`îş hate holê.?
Di destpêka sed sala çûyî de projeyek nû bi navê Markisiyê kete piratîkê û di incamê de “Yekîtiya Sofiyet” bi hêz hate holê di bin silogana “Karkerê cîhanê û miletên bindest bibin yek”.
Ramanê Markisî li her çar rexê cîhanê bela bû weka agirê ku bigrê pûş û bû pirojeyek cîhanî tibî sînor li pêşiya tevgera azadîxwaza neman û şoreşger ji hemî nijada bi hev re bûn alîkar û li hev bi xwedî derketin berevanî di ber proje û ramanê “Markis” de dikirin. Piştîn ku hin welat bi rêya ramanê Markisî û piştgiriya Yekîtiya Sofiyet hatin rêzgarkirin û Komonist bûne desthilatdar.
Roj bi roj ramanê Markisî û projeya qata karker û cotkaran di holê de cîgirt û vî ramanê nû mejiyê qada karker û cotkaran dagir kir. Lewra dîtin ku çareserî û rêzgarkirina ji bin destê dijminê kevnar nîne ne bi rêya Marksiyê bê. Nifşê nû bi “sed hezaran” berê xwe dan vê ramanê ku ji hêlekî ve wek hêviyê û xweşiya jiyana mirov dixwaze û ji hêla dî ve çarenûs û azadiya gelan dixwaze. Ramanê nû yê ku di bin van siloganan de kat dida bû weka pelek ewir girte ezmanê hemî cîhanê. Ji ber wê yek jî yekî Kurd dikarî here Nîkaragwa tevlî şoreşa Sandînî bibe yan jî here Vêtnamê li” Diyan biyan fo” tevlî eniya rêzgarîxwaza Vêtnamî bibe û şerê Emerîka bike û di bin van siloganan de jî bi “sedê xortên kurdan berê xwe dane meydana herî gerim qada “Filestîn” ê. Şer li dijî cihûyan û Impiriyaliya cîhanî kirin. Û mînaka li ber çavê me çawe Arnisto Tişî Gîvara ji Ercentînê berê xwe da Giwatîmala û di pey re çû Meksîkê, ji wir çû Koba yê û Kongo û dawî li Bolîviya yê bi destê Emerîka jiyana xwe ji dest da. Li rexê dî şepêla nijadî li vir li deraha serê xwe rakir û bi dihan eniyê çekdar daketin meydana nijadî. Xwediyên vê projeyê ew jî weke şanê di nav miletên xwe de ketin xebatek bê westan û li gelek deveran şer gerim bû lê piraniya wan jî ne dûrbûn ji ramanê Markisî lê di bin navê tevgerên rêzgarîxwazê netewî. Di cîhana Erebî de Cemal Ebdul Nasir bû simbola nijadiya Erebî ramanê partiya Nasirî li piraniya welatên Ereban serî hilda û di pey re partiya Elbe’s ji Sûrî û Îraqê dest pêkir û xwest cihê Nasir û partiya wî bigre, û ew ramanê Be’siyan biserket di nav çend welatên ereban de..
Lê di dawiya sedê bîstan û despêka sedê bîst û yekan de ev herdû proje têk çûn û nekarîn wan sozê ku ji qada karker û cotkaran re dabûn ku wê jiyanek aram û welatên bi ewlehî û wekhevî û sosyalist pak bikin, û ji hêla din ve jî şepêla nijadî nikarîbûn welatê xwe pêş bixin û hemî xwestekê milet pêk bînin û nejî zikê birçî têr bikin. Bi têkçûna ramanê Markisiyê re li gelek welatan ku ew desthilatdar bûn bêyî dilê xwe dev ji desthilatdariyê berdan û li rexê dî jî şepêla nijadxwaz hêviyên milet bi cî nanîn.
Li vir piraniya milet bê hêvî bûn weka pezê bê şivan ji hev belav bûn ji ber ku ew herdû ezmûn li ber çavê wan têkçûn û tiştek ji wê zola hêviyên xwe bi wan projeya anîbûn têrê nekirin. Ew zolê berfere man bê rênas û hemî hêviyên wan jî li ber bayê Markisiyê û nijadiyan çûn.
Bûgoman wê ew zola fereh ji milet ji xwe re li çareserîkî bigerin wek ku kesek bikeve avê û destê xwe li qrişika bipelîne. Dema ku tovê projeya olê li vê zemîna beyar reşandin zû şîn bûn ji ber ku zimînek tîbû û milet bê hêvî bû û hêviyên xwe di olê de dîtin ku ne wan bike yek û hêviyên wan bi cî bîne kes nikare. Ji ber ku her kes dikare ciyê xwe di olê de bibîne, ji Çaçanistan ta bi Erebistan.
“Da’iş” li çûna van herdû ezmûnan şîn hat û hêdî hêdî şax veda û bû ciyê baweriyê li cem Cîhana Misilmanan ji ber wan dît ku ola pêxember bihtir ji Markisiyê jî wê bi kêrî wan were çimkî Xweda wan dighîne hev û nexasim Misilmanê “Sine” ku di bin pêstûriya “Şîea” û Ecindê Emerîka û Ewropa de ne !!?