Piştî temambûna erkên ew hêza pêşmerge ya niha li Kobanê vedigerin Herêma Kurdistanê û karwanekî dine ya hêza pêşmerge diçin wî bajarî.
Emîndarê giştiyê hêzên pêşmerge Cebar Yawer ji PUKmedia`yê re ragihand: Piştî temambûna erkên ew karwanê pêşmerge li Kobanê hemû ew hêza pêşmerge vedigerin Herêmê û karwanekî din ya hêza pêşmerge diçin şûna wê hêzê.
Yawer got: Hebûna pêşmergên Kurdistanê karîgeriyek baş di guherîna arasteya şer li Kobanê hebûye bi hevkariya hêzên YPG û YPJ û ew hêzên dinê ku karîn DAIŞ paşve bixin û ji %75 bajêr control bikin.
Emîndarê giştiyê hêzên pêşmerge jiber parastina aliyê emnî amaje bi hejmar û dema guherîna hêzên pêşmerge nekir û ragihand: Heta ku şervanên li Kobanê pêwîstiya xwe bi pêşmerge hebê emê hêz bişînin Kobanê.
PUKmedia