Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, Amerîka dixwaze federaliyetekê ji bo kurdan li Sûriyê çêbike, lê bi nêrîna wî, ev yek ne mantiqî ye û di pratîkê de çênabe.
Li gor rojnameya Elexbar ya Libnanê, Esed di civînekê de ligel endam û alîgirên Partiya Baes li parêzgeha Tertûsê, bal kişande ser çend mijarên girîng yên girêdayî rojeva Sûriyê û di nav de behsa kurdan jî kir.
Esed derbarê kurdan de dibêje, Amerîka dixwaze federaliyetekê ji bo Kurdan li Sûriyê çêbike ji bo ku di paşerojê de vê pirsê wek karteke guvaşê li ser Sûriyê bi kar bîne.
Lê bi nêrîna Esed, ev pel di pratîkê de bi kêr nayê û çêkirina federatliyetekê ji bo kurdan li Sûriyê ne tiştekî mantiqî ye, ji ber wek Esed dibêje, hejmara herî zêde ya kurdan li Sûriyê li parêzgeha Hesekê ye û li wir rêjeya kurdan ji sedî 36 derbas nake.
Serokê Sûriyê herwiha bal kişande ser gavên hikûmeta wî ji bo kurdan avêtine wek dayîna mafê welatîbûnê ji bo 100 hezar kurdên ku nasname ji wan hatibû standin û vekirina beşa zimanî kurdî li zanîngehê.
Lê Beşar Esed dibêje, Kurd dixwazin di destûr de behsa neteweya kurd bê kirin û wê demê pêwîst e ew hemû netewe û tayifeyên li Sûriyê hene di destûr de bi nav bikin û bi nêrîna Esed, ev yek welat perçe dike.
Rûdaw