Filmê “Rawçiyekî Xirap” xelata Hespê Zêrîn ê festîvala Dubey a filmên sînemayê yên navneteweyî wergirt.
Derhênerê film Sehîm Omer Xelîfe ragihand: “15 kurtefîlm di beşa rikberiyê de beşdar bûn. Filmê min karîbû xelatekê ji herdu xelatên sereke yên vê beşê wergire ku, xelata cûrî bû. Helbet vê xelatê didin derhênerên profesyonel.”
Xelîfe herwiha got: “Komîteya dadwerî 11emîn xula festîvala sênemayî ya Dubey biryar dan xelata Hespê Zêrîn û 7 hezar dolar diyarî filmê Rawçiyekî Xirap bikin.”
Filmê Rawçiyekî Xirap beriya nija hî du xelatên din ên komîteya dadweran wergirtiye, yek di 38emîn xula festîvala sînemayî ya Montreal li Kenedayê û di 59emîn xula festîvala sînameyî ya Valladolid li Spanyayê.
Rûdaw