Kovarekî Fransî bal kişandiye ser rola gelê Kurd û şervan û gerîlayan û hêzên pêşmerge ku çawa rûbirûyê terortîstên DAIŞ dibin û her weha wêneyê jineke gerîla li ser berga kovarê daniye.
Le Parisien, ew kovara Fransî di hejmara xwe ya nû de li ser bergê yekem a kovarê wêneya gerîlayek jin aa Kurd bi mezinahî belav kiriye û di raporeteke kin de nivîsiye: Ewê ku cîhanê çaverê nedikir Kurdan kir, ew jî rawestana li hemberî tundrewtirîn grupa terorîstî li dunyayê ye bo dagîrkirina axa wan e.
Wêneya berga kovarê ya gerîlayekî (HPG – YJA) yêye û piştre jî amaje bi wê yekê jî kiriye: Kurd di dîroka xwe de weha li hemberî dijminên xwe radiwestin, her weha rawestandina wan li hemberî DAIŞ bi vî awayî jibo parastina demokrasiyêye li tevahiya cîhanê.
Ji aliyekî dine ve kovara Time a Emerîkî bi belavkirina wêneyê şervanên YPJ`ê bi karîgertirîn kesayetiyên sala 2014 binav kirine, ku çawa rûbirûyê terorîstan dibin û zêdetir li 107 roje li Kobanê bi qehremanî li berxwe didin û terorîst şikandine û nêzîkî serkeftina dawiyê dibin.
PUKmedia