Hunermenda kurd Nazdar Cizîrî piştî bêdengiyeke dirêj, beriya çend rojan ji Almanyayê vegeriya Herêma Kurdistanê û ragihand: “Ez îsal pirr kêfxweş im ku sersala xwe bi birayên xwe yên Pêşmerge re pîroz dikim.”
Nazdar ji Rûdawê re axivî û got: “Ez demeke dirêj ji karê hunerî û medyayê dûr ketim. Min biryar da yekem derketina min bi birayên min pêşmergeyên Kurdistanê re be. Lewma min şeva serê sala nû bi pêşmergeyan re derbas kir.”
Nazdarê diyar kir ku bêdengî û dûrketina wê ji karê hunerî girêdayî rewşa Kurdistanê bû û got: “Îsal gellek girêbestên ahengên taybet ji Kurdistan û derveyî Kurdistanê ji min re hatin. Lê ji ber rewşa Kurdistanê û şehîdketina birayên me yên Pêşmerge, min ew aheng red kirin.”
Hunermenda bedew û dengxweş anî ziman jî ku, ew li Almanyayê di gellek xwepêşandanên piştgiriya Kurdistanê de beşdar bûye û hertim amade ye ku ji bo penaberên Kobanî û Şingalê konsêrtan saz bike.
Rûdaw