Sê keçên kurd ên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, karîn ji destê çekdarên bifilitin û xwe bigihînin hêzên Pêşmerge li nav bajarê Şingalê.
Fermandeyê Pêşmerge li devera Şingalê, Aştî Koçer ji Rûdawê re got, îşev (2ê Çile) sê keçên kurd ên êzîdî ên bi navê Îxlas Xidir Baco, Nazdar Kirro Seido û Besê Hesen Xidir, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, xwe ji destê çekdarên rizgar kirin û gihîştin hêzên Pêşmerge li bajarê Şingalê.
Aştî Koçer diyar kir ku şervanên kurd ên êzîdî û birayên wan keçan çûne Şingalê ji bo ku wan bibin ser çiyayê Şingalê û radestî malbatên wan bikin.
Li gorî rapora Lêjneya Parastina Mafên Jinan a Parlamentoya Kurdistanê, ku roja 1ê Kanûna 2014an pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin, 4 hezar jin û keçên kurd ên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û girtin. li gorî wê raporê, heta niha 343 ji wan hatine rizgarkirin û yên din jî di destê DAIŞê de mane.
Piştî devera Şingalê roja 3ê Tebaxa par ji aliyê DAIŞê ve hat girtin, gellek jin û zilamên kurd ên êzîdî hatin komkujkirin, bi sedan keç û jin jî hatin revandin û di bazaran de hatin firton.
Rûdaw