Bi hatina zivistanê re ji ber sermayê gelek nexweşîn jî derdikevin holê, lê li hemberî van nexweşiyan jî welatî bi giya û tebatên xwezayî yên amadekirine tedbîrên xwe digirin.
Bi hatina demsala zivistanê re, bi guhertina hewayê re nexweşiyên şewb, kuxiq, zekem û bapêş jî li mirovan peyda dibe. Li hemberî van nexweşiyan jî welatî bi giya û tebatên xwezayî bi çêkirina dermanên xwezayî tedbîrên xwe digirin. Ji van dermanan re di nava welatiyan de “Dermanên kurdî” jî tê gotin gelek giya û tebatên naskirî yên wekî darçîn, reşreşk, zencefîl, gula zer, tivir, hingivê têne çêkirin. Van giya û tebatan hin caran tevlîhev dikin, hin caran tên kelandin û têne pijandin jî têne bikaranîn.
Ji bo van yekan jî bêguman ji hêla hin kesên ji wan re tê gotin ‘Bijîşkên dermanên kurdî’ an jî “Etarên tebatan” ve tên çêkirin.
Ji bo nexweşiya sermayê darçîn, zencefîl, şîlan, exlemûr, pelên darê biyê û lîmon dikevin nava hev. Piştî ku ev giya di nava avê de tên kelandin, ev av rojê sê caran were vexwarin dê ji bo nexweşiya sermayê gelekî baş bibe. Her wiha ji bo kuxik, reşreşk, zencefîl, zerdeçal, şaxê bizinê û hingiv dikevin nava hev û tê bikaranîn. Zencefîl û kulîlka zer ji bo derbaskirina serêşê gelekî bikêr e.
Xendan