Fermandeyê Eniya Guwêrê Sîrwan Barzanî ji ajansa reuterê re dibêje ku ew dixwazin sînorên Sykis-Piko biguherin.
Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Reuterê dibêje ku welatê Iraqê bi tenê li ser nexşeyan maye û di rastiyê de tu hebûna wî welatî nemaye.
Fermandeyê Eniya Guwêrê her wiha dide zanîn ku divê nexşeya Iraqê were guhertin ji ber ku ew ne li ser bingeheke rasteqîn ava bûye û ew dixwazin sînorên peymana Sykis-Piko biguherin.
Barzanî ji anî ziman ku ew ji bo danîna stratejiya li dijî DAIŞê, bi generalekî amerîkî re civiyayê û general pirsa plana wî kiriye, wî jî gotiye plana min ew e ku ez sînorên Sykis-Piko biguherim.
Sîrwan Barzanî wiha got: “Iraq xwe bixwe tune dike, ew bi tenê li ser nexşeyê maye û di demekê de şîe û sunneyên dê nikarin bi hev re bijîn, çawa ji me dixwazin ku em bi wan re bijîn. Çanda me û bîr û baweriya me ji hev cuda ye, em dixwazin cuda bibin.”
Peymana Sykis-Piko sala 1916an di navbera Fransa û Brîtanya de hate îmzekirin û sînorên Rojhilata Navîn yên niha tê de hatin danîn.
Rûdaw