Pisporekî perwerdeyê dide zanîn ku cudahî di navbera jîngeha Kurdistanê û Siwêdê de heye û ew sîsteme jî zû bi zû nayê ci bi cî kirinê belku divê li gor guherînan, guhertin di sîstema perwerdeyê de jî bê kirin.
Rêwas Ehmed Banîxîlanî, mamosteyê Kurd li welatê Siwêdê û xwediyê bawernameya master û 45 pirtûkên li biwarê zarokan nivîsiye ji Xendanê re ragihand û got: “Temenê sîstema perwerdê li welatê Siwêdê nêzîkî 200 sal dibê, bi sedan car ji damezrandina xwe de guhertin têde hatiye kirinê, ev sîsteme di cara yekem de ava nebûye belku proseyekî demdirêje heya gihêştiye vê encama niha ku li Siwêdê tê cî bi cî kirinê.”
Sebaret bi cudahiya di navbera perwerdeya Siwêd û Herêma Kurdistanê de jî got: “Li Kurdistanê wane tên jiber kirin taku ew bi serkeve, lê li Siwêdê Fêrdibe daku asta xwendekar bilind bibe neku tenê biser bikevê.”
Amaje bi wê yekê jî kir ku li Siwêdê gotinek heye dibêje: “Xwendekarê tembel tune ye, lê mamosteyê xirap hene.”
Xendan