Nêzîkî 2 Milyon Dolar ji esmanê Hong Kong`ê li ser welatiyan bariya, lê jêderê wê ne ava derya bû û ne jî rûbarên hilmbûy bû, ji sindoqek dev sist û vekirî bariya ku ew sindoq di nava otombêlekê de de bû, dema Dolar barîn welatiyên wê bajarî li kolana Xilosîster hêriş kirin û dest bi komkirina Dolaran kirin ku di encam de tevgera hatûçûnê rawestiya û ajokerên otombêlên jî dest bi komkirina Dolaran kirin.
Piştre ji bo parastina ewlekariya herêmê polîs bi çek û rext û mertalan gihîştin cihê bûyerê ku (Milyonek û 960 Hezar Dolar) li wê deverê bariye ku di encam de hêzên polîs dikariyan birek ji Dolaran belav bûne kom bikin û ew dever dorpêç kirin û daxwaz ji welatiyan kirin ku ew diravên kom kirine radest bikin yan jî ewê radest neke weku tawana dizîkirinê dê bê hajmartin.
PUKmedia