Bajarê Derin Kuyu ku ji aliyê xelkê wê herêmê ve bi navê (Bajarê Cin) hatiye bi nav kirin, sala 1963`an li bajarê Nûşehir li naverasta Turkiye hatiye keşif kirin û sala 1969`an jî bi awayekî fermî hatiye vekirin ku cihekî gelek mezin e.
Erdnîgariya Derin Kuyu ji zinarên volkanê yên nerm pêk tê lewra xelkê wê herêm bi hêsanê ew bajar li jêr zemên dirust kirin.
Ew bajar bi vê awayî ye:
– Ji 11 qatên li jêr zemîn pêk tê.
– Kûrahiya wê digihe 85 Metran.
– Dikare 35 – 50 Hezar kesan bigre nava xwe.
– Di nava wê bajarî de Gûvaşgehên Zeytûn.
– Kadon û jûrên veşartina xawarin û tiştên din jê hene.
– Li qata duyem de jê perestgehek heye.
– Ji bo dabînkirina ba û Oksîjenê jî dîrekek 15 Metrî heye û zêdetirî 15 Hezar kun li nav wê bajarî hene.
Tê pêşbînî kirin ku yên destpêkê ev bajar dirust kirin di navbera sedsalên (7 – 8) Beriya Zayîn`ê (B.Z) gelê Phrygians e ku ev gel ji malbata Hindo Ewrûpî ye û di dema Bîzans û Farisan de ew bajar hatiye berfireh kirin.
Ji aliyekî din ve li gor hin çavkaniyan, di Pirtûka Avêsta ya Zerdeştiyan de behsa wê bajarî hatiye kirin ku ew bajar ji bo penaberan dihat bi karanîn ku di dema Imparator Cemîşd hatiye avakirin.
Xendan