Kurdekî din li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên parastina sînor ên Îranê ve hat kuştin.
Li gorî malpera Saziya Çalakvanên Mafên Mirov li Îranê (HRANA), xortê kurd ê bi navê Azad Etmanî (30 salî) roja duşemiya borî (21ê Kanûnê) li ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê li nêzîkî gundê Biruşxaran, ji aliyê hêzên îranî ve hat kuştin.
Li gorî nûçeyê, Azad Etmanî bi hêceta ku xwestiye bi awayekê qaçax derbasî aliyê Tirkiyeyê bibe, rastî êrişa hêzên parastina sînor ên Îranê hatiye.
Azad Etmanî xelkê gundê Dişwanê yê Selamsê bû.
Her sal bi dehan kurd li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê ji aliyê hêzên tirk û îranî ve bi hêceta ku “sînor binpê dikin” tên kuştin.
Rûdaw