- mîn xola festival navdewletî kurte filîma Tehran bi dîlana Kurdî ji aliyê girupa reqsê ya “Pêşewa” bi serpereştiya hunermendê Kurd “Elî Zehîniya” li Perdîsa sînemeya miletî ya bajarê Tehranê destpê kir.
Ev grupe li ber çavê Hebîb Êl Beygî, serokê festival, endamên dadweran û şandek ji birêvebertiya huner û rewşenbîrî ya bajarê silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, mêvanên biyanî ji welatên cur be cur, her weha sînemakarên beşdarbûyî li festival û dazgehên ragihandinê, hejmarek reqsên kurdî ên navçeyên cur be cur ên Kurdistanê ji wane: Şêxanî, Xanemîrî, Sê pê, Çepê, Fetah Paşayî, geryan, Pişt Pa. Leplan, Şelan, Zengî, Leylax… hatin pêşkêş kirin. Ji aliyê amadevanan jî bi çepikan hate pêşwazî kirin.
Elî Zehîniya ku bi vê grupê li welatên (Ispanya, Fransa, Kurya Başûr, Yunan, Îmaratên erebî û Herêma Kurdistanê reqsa Kurdî pêşkêş kiriye, di sala 1998`an bi serpereştiya derhêner şanogerê navdarê Kurd Dr. Qytbedîn Sadiqî li festival navdewletî ya floklor (lîfkadê) de li welatê Yunanê beşdarî kiribûn û xelata yekem yê wê festival bi dest xistine.
Festivala navdewletî ya kurte filîm yek ji festîvalên giring û kurte filmên berbiçav li ser asta dunyayê ye tê hejmartin ku di nava filîmsazên kurte filîman de pêgehekî taybet ya xwe heye û hemû salekê sînemakarên seranserî cîhanê berhemên xwe jib o beşdarîkirina li beşa pêşbirka vê festival dişînine.
PUKmedia