Fermandehiya Navendî ya Artêşa Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew balafira şer a ku li Sûriyê ketibû, ji aliyê DAIŞê ve nehatiye xistin.
DAIŞê duh îdia kiribû ku balafireke şer a Ordunê ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li çekdarên DAIŞê dida, xistiye.
Lê CENTCOMê, ragihand ku tiştekî wisa tine û belge nîşan didin ku ew balafira şer ji aliyê DAIŞê ve nehatiye xistin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye gotin ku ew balafira şer ji ber sedemên teknîkî ketiye lê DAIŞ dixwaze wê bûyerê ji bona berjewendiyên xwe bikar bîne û bike malê xwe lê ew ti carî rê nadin vê yekê.
Balafira şer a Ordunê duh li nêzîkî bajarê Reqayê yê Sûriyê ketibû, pîlotê wê jî dîl ketibû destê çekdarên DAIŞê.
Rûdaw