Ebdulselam Xoce
Roj diçû ava..
Tariyê perda xweyî reş
Berdida ser riwê gerdûnê.
Gund…Û…Bajar…
Diketine xew
Heyvê şerm dikir
Pişta xwe dida te..
Û xatir nedixwest û diçû…
Stêr direviyan.. Dilên evîndarên te xemgîn dikirin û .. ew jî diçûn.
Amûdê……keleha êş û xeman
Tu bi tenê şiyar dima
Li ser masa derdên xwe…
Te şîva evîndarên xwe
Lehengên xwe … Can fîdayên xwe… Amade dikir û digel barçemokan, Te guliyên helbesta xweyî westiyayî dihûnand…
Landika êşên te, Evîndarên te, giyanên sotandî…
Lehengên te… Li asîman…Firîşta dihejand
Pêre dikirin sema
Û
Dibin çengên xwe de binax kirin…
Amûdê…
Birçiyê helbestê me.
Bêriya zivistanên teyî bi şwînî dikim..
Û fîxanên bi axîn li kolanên te… Cadeyên teyî jibîrkirî, Tenûra nanê teyî germ sarbûyî, Dastanên dînê teyî biaqil….
Hewar digot:
-Xwedê nehêle…
Wê ji kêre bihêle, ji kêre nehêle…
Şêxê Doda li gola Enter… Mirîdên xwe dicivandin,li erbanê didan…
Şermola dihejandin…
Çîrokên binaxkirî vedijandin…
Ji xew şiyar dibûn.
Çîrokên.. çîrok ji hevre digotin…
Mindalên ku zû ji himbêza dayikên xwe koçber bûn.. Bi refên çûkan re , Bi firîşteyan re.. Dojeh dixemilandin..
Qedera min bi a te ve girêdayî ye…
Qedereke nepen…
Dara jiyanê ji mêj ve.. pela te hilweşandiye.
Rewşa te awarteye, dayika min,evîna min….
Ta kengî di payîzê de,dibin pelên hilweşyayî de..
Bêdengiya xwe veşêre……
Li ser şêlakê.. herdem navê te.. dinîvîsînim….
Lê pêlên derya hiltîne…
Karwanê omîdê.. Te li pişt xwe dihêle.
Gerdelûlê ..giyanê te dilerizand…
Tu germî..sar nabî……
Hevîrên xwe li tenûra te dixistin..
Te dipêça.. Li şoreşgêran belav dikir..
Şoreşa hebûnê.. Bi te berdewam dibû…
Şahrezad[1].. Dilpakiya te bû…
Toş.. Welatparêziya te bû…
Herifandina… keleha zordariyê,
Awirek ji awirên tolê bû..
Ax, ax, ax… Amûdê…
Nema dikarim, li hêviya wê rojê bimînim
Ezê bimrim….
Giyanê min bi axa te şa bibe,
Min pir ji te hezkir …
Amûdê…. Dayika min evîna min…
[1]Şehrezad:Navê sînema Amûdê bû a ku di sala 1960î de hate şewitandin û bêtirî 280 zarokên kurd têde hatin şewitandin.