Xalid Umer
Bi lez cilên xweyî kar ji xwe danî, hinek kapeka ji ber birrîna textan li dor guhê wî mabû, wextê di ber neynika ber deriyê werşê re meşiya, çavê wî lêket, bi lez vegeriya ber avê xwe bişo, wextê xwe daqûl kir, perê wî ên hesin ji bêrîka wî şemitîn û bi xwe re jî ê kaxet avêtin nav avê. Bi qehir rahişt wan û bi lez derket bê ku li neynikê binere, Du seet mane wê deriyê geracê bê girtin, û tirimbêl namînin.
Li ber deryê malê kilîta xwe derxist, derî vekir kes li malê nemaye, îro daweta kurxalê wî ye, giş li dawetê ne, ewê jî bighê wan, perekên xweyî şil derxistin û dan ber tîndanê, cilê xwe dan ser hev û berê xwe da serşokê, tiştekî tenê ew xistibû tayê de, gund 3ê KM dûrî rê ye, hîna tirsa kuçikê reş di dilê wî de ye, gelek caran delingê wî çirandiye bi devlêkirinên xwe, li ber neynikê li seetê nerî, maye kêmî seetekê ku gerac bê girtin, berî ku deriyê xwe bigre, qorzîka çakêtê wî di derî de rabû, hidikek jê çirand, başbû di cihekî ne xuyanê de ye -ji xwe re dibêje-.
Li ber deriyê geracê destê xwe avêt perên xwe, şilbûn gelek di wan de nemaye, tirimbêla dawî ye û ew jî siwarê dawî ye, xwe avêt tirimbêlê, yê kêleka wî dest danî ser çoga wî , ser çava Dilawer, derket hevalekî wî, kir û nekir zilam kirya xwe û wî herdûka da.
Berî bighê rastî gund dîsa kûçik hat bîra wî -li vê derê min dax ji kerema xwe re- ji yê şifêr re dibêje. Hîna peya nebibû şewqa tirimbêlekê da çavê wî, ku merivin wî ne ewê jî herin dawetê. Di dilê xwe de got: Ez ji kûçik xelas bûm.
Li pêşiya dawetê çav diya xwe ket, bi lez çû cem, xirad miradê di bêrîka xwe de danê ji bo di dîlanê de wî aciz nekin.
Hinek merivên wî xwedyên dawetê bixêrhatina wî kirin, û berê wî dane dîlanê. Baş e roniya dawetên gundan kêm e ,qetandina binê çakêt tew xuya nake – ji xwe re dibêje.
Ji nişka ve çavên wî li keçka merva wî dikeve, dilê wî tê de heye lê ceger nekiriye tucarî jê re bêje.
Govend carekê geriya, destek ji paş de destê wî vekir, li dû xwe nerî, ku ew keçik e.
Di belakirina şêraniyê de mixaletyek wî hat kêleka wî rûnişt, xwediyê kûçikê reş bû. Kêfa wî gelekî jê re nedihat. Got: Dilwer min berî sê roja deriyek nuh ji hêwana malê re siwar kiriye, dixwazim tu bê lê binerî, bê textê derî baş e ya na. Serê xwe hejand û bersiv neda.
Di rê de bû behsa kûçikê reş, got: Mane peyakî bêbav kûçik bi demançê kuşt. Dilaewr di hundirê xwe de keniya û xwe kir ku li ber kûçik ketiye.
Berî dawet bi dawî bibe, xelkên xwedî tirimbêl ê ji bajêr hatibûn dawetê gotin: Ê bê tirimbêl be, û bixwaze vegere mal, cî heye.
Bi lez Dilawer berê xwe da diya xwe û got: Ê min ez ê vegerim, divê sibe destê sibê li ser kar bim.
Xalê wî Şemsiddîn destê xwe li piyê wî xist û got: Xwarzê sibe piştî firavînê ez ê diya te û zaroka bînim û bêm.
Di rê de gişî rû li ken bû, ne xasim kûçikê reş bar kiribû, û keçka jê hez dikir zêdeyî nîv seetê bi hev re dîlan kiribûn.
Dema gihişt ber deriyê malê, seet bibû dora didwê şevê. Bêhnekê sekinî, ma li dora xwe nerî, destê xwe avêt bêrîka xwe ku kilît ne tê de ye.













































