Roja duşemê seat 11:00, peyamnêrek û wênegirekî Rûdawê bi navên Ferhad Hemo û Mesûd Eqîl, ji aliyê hêzên Dewleta Îslamî ve, li ser riya navdewletî ya di navbera bajarê Qamişlo û Til Koçer de hatin girtin.
Ev herdu hevkarên Rûdawê, li ser rêya nahiyeya Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê bûn bo amadekirina raportekê. Li gorî agahiyên me li ser çar rêya Heso Retle, li başûrê nahiyeya Çilaxeyê li ser riya navdewletî ya di navbera Til Koçer û Qamişlo de, ji aliyê hêzên Dewleta Îslamî hatine girtin.
Vê tîma Rûdawê bi awayekî serbest û wek du kesên bê alî kar ligel Rûdawê dikirin û herdemê bi awayekî pîşeyane û bê alî karê xwe yê rojnamevanî pêk anîne. Ji bo vê jî gelek caran ji aliyê hêzên desthilatên navçeyê ve rastî guvaşên zêde hatine.
Tora Medya ya Rûdaw, doza azadkirina wan herdû hevkarên xwe dike û di heman demê de daxwazê ji eşîretên navçeyê jî dike ku roleke baş ji bo azadkirina van herdu hevkarên Rûdawê bibînin.
Rûdaw