Di 2 rojan de DAIŞ li qeza Hiwêceyê hejmarek çekdarên endamên xwe bi tometa sîxûrî û guhastina zanyariyan bo dazgehên polîs û artêşa Êraqê gulebaran dike.
Jêderekê ewlekariyê ji Xendanê re ragihand: Di 2 rojan de DAIŞ li qeza Hiwêceyê hejmarek çekdarên endamên xwe bi tometa sîxûrî û guhastina zanyariyan bo dazgehên polîs û artêşa Êraqê gulebaran kiriye her weha hemû ew kesên ku hatine gulebaran irinê ji çend navçeyên cuda ne.
Wê jêderê got: Hemû ew kesên ku hatine gulebaran kirinê ji navçeyên (Zap, Riyaz, Ebasî, Beşîr, Uzêriyê, Etşane û Elbo Mihemed) ên ser bi qeza Hiwêcê û Kerkûkê ne.
Heman jêderê ragihand ku, li gor zanyariyan DAIŞ ji destpêka dagirkirina qeza Hiwêceyê heya niha zêdetir li 67 endamên xwe bi heman tometê gulebaran kirine.
Xendan