Li Wanê 1. Konferansa Aboriyê ya Jinan a li Navenda Çandê ya Nûda di pêşengiya Kooperatîfa Jinan a Bostanîçî (Bîkad-Koop) û Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) hat lidarxistin bi dawî bû.
Endama Kongira Civaka Demokratîk (KCD) Gulîstan Balkaş ku axaftina girtinê kir, diyar kir ku konferans xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Balkaş diyar kir ku, kapîtalîzm jinê li derveyî aboriyê dihêle û bi vî awayî, aboriyê dixe bin yekdestdariya xwe. Balkaş da xuyakirin ku ji bo bi destê jinê ji nû ve aborî ava bibe divê cih nedin newekheviya cinsiyetê ya di nav civakê de.
Balkaş got: Bi sedsalan e keda jinê tê mêtin lewra xebata em dikin divê bikaribe li hember pergala kapîtalîst û cinsiyetperestiya civakî bisekine.
Balkaş di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dema jin aboriyê ava dikin, di heman demê de pêwîst e li ser bingehê parastina xwezayê jî tevbigerin.
Xendan