Filmê derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî ya bi navê “Bîranînên Ser Keviran” xelata “Oscara Asyayê” stand.
Di 8. Festîvala Filman Asia Pasifikê ku li bajarê Brîsbane ê Australyayê hat lidarxistin de, filma kurdî ya bi navê “Bîranîn Ser Keviran” ku fîlmeke hevbeş a Başûrê Kurdistanê û Elmanyayê ye, xelata filma herî baş û senaryoya herî baş stand.
Xelata fîlma Şewket Emîn Korkî “Asia Pasific” bû ku jê re dibêjin “Oscara Asyayê”.
Filmê her wiha xelata taybet a UNESCOyê jî bidest anî.
Derhêner Şewket Emîn Korkî piştî standina xelata xwe got, ez xelata xwe pêşkêşî gelê kurd dikim ku piştî zilma Sedam Husên, niha jî şerê DAIŞê dike.
Filma “Bîranên Ser Keviran” a Korkî beriya niha jî gellek xelatên hêja yên festîvalên navdewletî bidest anîbû.
Merasima xilasbûna festîvalê roja 11ê vê mehê li bajarê Brîsbane hat lidarxistin.
Yek ji wan xelatan, Xelata “Moriya Reş” a Festîvala Dubeyê bû ku roja 23ê Cotmeha îsal hat lidarxistin.
Rûdaw