Duh 15/12/2014 danê êvarê li qeza Hiwêce yê bi tometa sîxurî kirin û gîhandina zanyariyan bo dazgehên polîs û artêşa Êraqê, rêxistina DAIŞ hejmarek çekdarên xwe gulebaran dike.
Jêderekê ewlekariyê ji Xendanê re ragihand: Duh duşemê danê êvarê li qeza Hiwêceyê, DAIŞ 13 çekdarên xwe gulebaaran kiriye, çûnkî aşkira bûne ku karê sîxurî û gîhandina zanyariyan bo dazgehên polîs û artêşa Êraqê dikin.
Jêderê diyar kir ku ew kesên hatine gulebaran kirin jî xelkê navçeya Zap, Riyaz û Ebasî a ser bi qeza Hiwêceyê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê.
Xendan