Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, ne ji Pêşmerge bûya niha Kerkûk di destê DAIŞê de bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Alarabiya de ragihand: “Eger ne ji parastina Hêzên Pêşmerge bûya niha Kerkûk mîna Mûsil û Selahedîn û Diyala di destê DAIŞê de bû.”
Barzanî di wê hevpeyvînê de behsa wê yekê kir ku ji bo derneketina şerê kurd û ereban, “Hêzên Pêşmerge bi tenê hewl nade ku bajarê Mûsilê rizgar bike, lê belê rola Pêşmerge dê tenê alîkarî be, ji ber ku Herêma Kurdistanê naxwaze şerê wan herdu neteweyan derkeve.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî tohmetbar kir ku, bû sedema şikestina Artêşa Iraqê di nava çend seatan de li Mûsilê, “Di dema ku çendîn sal bû ku ew artêş dihat perwerde û pirçekirin ji aliyê civaka navdewletî ve.”
Roja 10ê Huzêrana borî, çekdarên DAIŞê karîn di nava çend seatan de destê xwe deynin ser bajarê Mûsilê û bi temamî kontrol bikin, ku Artêşa Iraqê li wî bajarî rastî şikestineke mezin hat û piraniya fermanderên wê reviyan Herêma Kurdistanê.
Rûdaw