Kovara Emerîkî ya Time, ji bo portreya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku yek ji namzedên navdarên îsal ên kovarê bû, wêneyeke Barzanî bi wênekêşekî navdar da kişandin.
Di nav namzedên navdarê/a salê ya îsal ên kovara Time de, Serokê Herêma Kurdistanê jî hebû.
Kovarê ji bo portreya Barzanî ji wênekêşê navdarê Emerîkî Jason Seiler xwestibû ku wêneya Barzanî bikşîne.
Jason Seiler par jî portreya Papa ku namzedê navdarê salê yê kovara Time bû, kişandibû.
Li ser kişandina wêneya Barzanî, Jason Seiler wiha dibêje: “Ez kêfxweşî im ku erka kişandina wêneya serokekî navdar dan min. Min par wêneya Paka kişand, îsal jî ya Barzanî. Barzanî piştî doktorên ku ji bo nehîştina nexweşiya Ebolayê xebitîbûn, bû duyem. Ev jî tiştekî girîng bû.”
Wêne û berhemên hunerî yên Jason Seiler heta niha di gellek pêşangehên cîhanê de hatine nîşandan.
Rûdaw