Jinek Kurd bi navê Benaz Mihemed yekemîn jine li bajarê Silêmaniyê ajovaniya teksiyên nava bajêr dike û hevkariyê li gel hevjînê xwe dike jibo birêvebirina jiyana xwe civakî.
Her çend li bajarê Silêmaniyê hejmarek mezin jin di nava birêveberiyên hikûmî, polîs, pêşmerge, ajovanê teksiyên taybetî û teksiyên kompanyeyan jî hene lê eve yekemîn care jinek ajovaniya teksiyên nava bajêr dike.
Benaz Mihemed, ajovana teksiyê ji PUKmedia`yê re ragihand ku, ew gelekî bi karê xwe kêfxweşe û welatiyên Silêmanî fêrî wê yekê bûne ku bibînin jin jî dikare şofêriya teksiyê bike.
Benaz ku dayîka 3 keçane dibêje ew hemû rojê karê xwe dike û weha berdewam dike: Egera ev karê ku ez dikim li wê yekê vedigere ku hin zilam li civaka me hene rê nadin jinên xwe ku bi tenê bi teksiyan hatûçûnê bikin û jib o vê jî min ew derfet jî jib o jinan derxistiye hole ku ji wê pirsgirêkê rizgar bikim û her cihekî ku bixwazin wan bibimê, bi vî awayî hem jin û hem jî hevserên jinan jî bi vê yekê dilxweşin.
Benaz vê yekê jî aşkira dike ku ew herî zêde hatûçûnê bi keçan û jinan dike lê eger zilam jî tevî zarok û hevjîna xwe be li gel xwe dibe, eger na ew zilaman bi tenê bi xwe re ranake.
Keçên Benazê jî bi gotinekê ji PUKmedia`yê re gotin ku ew gelekî şanaziyê bi dayîka xwe dikin ku ew karê cuda dike û hêviya serkeftinê jî jêre xwestin di hemû biwarên jiyanê de.
PUKmedia