Rêxistina Sosyalizma Navdewletî civîna xwe a salane li paytexta Siwîsra Cinêv bi diruşma Aştî û Tekoşîna Li Dijî Terorê bi beşdariya partiyên Kurdistanî yên 4 çar parçeyên Kurdistan`ê.
Di civînê de Pirsa Kurd li Rojhelata Navîn gengeşe kirin û piştgirî dan Berxwedana Kobanê û daxwaza parastina Mafê Kurd li herêmê kirin.
Sekerterê Partiya Çep yê Kurdê Sûpriyê Şelal Gedo ragihand ku, gelek partiyên Kurdî ji 4 parçeyên Kurdistan`ê beşdar bûn û têkest kirin kirin divê Civaka Navdewletî fişarê bi awayekî ciddî li ser karên terorê bi taybet Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – şam`ê (DAIŞ).
Gedo kêfxweşiya xwe derbarê avakirina Lêvgergeha Siyasî derbirî û got: Ev gavek pîroze bo cî bi cîkirina Rêkeftina Duhok`ê.
Hêjayî gotinê ye ku, Sosyalizma Navdewletî rêxistineke siyasî ye ku grûpek ji 162 partiyên siyasî , demokratîk , civakî,sosyalîst û Karkeran pêk tê.
Xendan