Heta niha 110 caran xelata Nobelê hatiye dayîn lê vê carê Nobel hat firotin lê bi buhayeke gelek mezin.
Heta niha di gelek waran de Xelatên Nobelê hatin dayîn ku ev sed sal zêdetir e xelat têne belavkirin. Di sala 1962’yan de zanyarê ji DYA’yê James D. Watson ku DNA kişf kiribû bi vê kifşa xwe Xelata Tibê ya Nobelê girt. Ev xelata Watson li mezata li New Yorka DYA’yê li dar ket de bi 4.1 mîlyon dolarî hate firotin û bi vê yekê jî bû xwedî payeya “Xelata Nobelê ya bi buhaya herî bilind hatiye firotin”.
Kesê/a li mezatê ev xelat kiriye nexwestiye navê wî/ê bê diyarkirin.
Her wiha nameya ku pê xelatgirtina Watson eşkere kirine û nameya sipasî ku Watson bi dest nivîsîbû jî hatin firotin. Ev name jî bi 610 hezar dolarî hatin firotin û dîsa kesê/a ev kirîn navê wî/ê nehat diyarkirin. James D. Watson mezatê got ku ew gelek dilşad e û ji bo van pereyan dê çi bike jî got ku ew dê pereyan diyarî saziyên ku têde perwerdehî dîtiye û li cem wan xebitiye bike.
DiyarName