Encumena Asayîşa Netewî ya Brîtanya bi mebesta şandina serbazên welatê xwe bo Iraqê bo şerê li dijî DAIŞê, dicive.
Jêdereke leşkerî brîtanî ragihand ku, roja sêşema bê, Encumena Asayîşa Neteweyî ya Brîtanya dê şandina serbazên welatê xwe bo Iraqê bo şerê li dijî DAIŞê gotûbêj bike.
Wî jêderî wiha got: “Ez piştrast im ku Encumena Asayîşa Neteweyî dê razî bibe li ser şandina wan serbazan, ku bi mebesta avakirina odeya operasyonên hevbeş û piştevaniya hêzên ewlehiyê yên Iraqê dê bên şandin.”
Tê pêşbînîkirin ku ew hêza brîtanî li du cihên serke bên bi cîhkirin, ew jî Bexda û Hewlêr in.
Herwiha Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Mikîl Falon ji rojnameya The Daily Telegraph re ragihand ku bi mebesta perwerdekirina Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê, bi sedan serbazên brîtanî di meha bê de, dê berê xwe bidin Kurdistan û Iraqê.
Rûdaw