Li gor raportek kenala CNN ya Emrîkî belav kiriye, Parlementera Êzîdî li Parlemana Îraq`ê Viyan Dexîl û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) leqeba jinên sala 2014`an bi dest xistine.
Raporta Emrîkî, Parlementera Êzîdî li Parlemana Îraq`ê Viyan Dexîl û jinên bi lehengî şerê çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê)dikin hilbijartiye ku ew jin tevaya balên cîhanê di sala 2014`an de kişandine ser xwe ji ber ku ew jin alîkariya guhertina dîrokê dikin û parastina rûmet û şerefa xwe dikin.
Li gor wê raportê Viyan Dexîl sala cîhanê kişandiye dema ku hevalên xwe yên endamên Parlemana Îraq`ê derbarê Komkujiya derberê Êzîdiyan hatitye encamdan agahdar kiriy her weha çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) jinên Êzîdî revandine û li bazara El Nixase difroşe lewra Dexîl ji Civaka Navdewletî daxwaza rizgarkirina wan jinan kiriye.
Heman raportê têkest kiriye ku, wêneyên herî balkêş yên sala 2014`an ji bajarê Kobanê tên ku ew bajari aliyê çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) ve hatiye dorpêç kirin û jinên Kurd berxwedanek mezin li hemberî hêrişên hovane yên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) dikin.
Xendan