Raportên rojnamegerî îro pêncşemê 11 / 12 / 2014`e diyar kirin ku dê hikûmeta Elmanya û piştî Parleman erê bike, 100 leşkerên Elman rêke Herêma Kurdistanê.
Rojnama “Bild” a Elman di hejmara xwe ya îro de da xuya kirin ku bi mebesta hêzên pêşmerge perwerde bikin biryare bêtirî ji 100 leşkerên Elman berve Herêma Kurdistnaê bêne birêkirin.
Her wiha rûpela Spiegel online li ser enternetê ragihand ku tê plankirin bi mebesta hêzên pêşmerge li ser amûrên li mîn û bombeyên çandî digerin û çawa fitîla mînan jinav têne birin, perwerde bikin, biryar bi dehan ji leşkerên Elmanya berve Herêma Kurdistanê bêne birêkirin.
PUKmedia