Ehmedê xursê
niviya ba û agir
Keştiya lehengan
di pêlên xwînê de
berpêl dibe
Dim-dim ji bin piyên
berxwedanê tê
dijene
Ji lêva neştelê.. Tûjtir
Ji awirê guran.. Dûrtir
Ji sîmiran girtir
Leşgerên te ne
niviya ba …
babilîzt di guliyên
Şervanên te de
Xar dibe
fiz-fiza marên kedîkirî
di şûnikên berbejnan de
bîna pûngê
Ji biskên te tê
Dêrîn
Hêlîn
Arîn
Pakrewana min
guleya te ya dawî
Tola te
çavşînkeke di aniya
adîloşan de
niviya agir…
pêt ji semêlên şervanên te
dibarin
Sêlên sincirî ne
defa sînga wan
him-hima rojê ye
li ser alên wan
Stêrk li ser milên
Orhan
Gabar
Piling
Xabûr
şîn dibin
Pakrewanên nim
Tola we
Kustilka destên zaveya ne
Kenogirî me …
her dilopek xwîn
her hêsirek ji çavê daykekê
nexşeya welatekî kenoke
Sibehan zû…
zengilê dibistanan lê bide
rewanên pakrewana
li dora fir-fira alê bicivin
bi sirûda “Ey Reqîb” re