Şahê Urdinê Ebullahê Duyem ragihand ku, pêşkêşkirina alîkariyên çekdarî bo Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de gelekî girîng e.
Şahê Urdinê balkişande ser operasyonên hevpeymaniyê li dijî pêgehên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal ,DAIŞ, û ragihand ku “Bi tenê operasonên ezmanî nikarin DAIŞê bişkînin.”. û da zanîn ku “Em hemû dizanin ku operasyonên ezmanî gelekî girîng in, em nikarin pêşbînî bikin ku dê rewş bêyî van operasyonan çawa be.”
Bi nêrîna şahê Urdinê, rewş li Iraq û Sûriyê ji hev cûda ye “Ji ber ku rewş li Iraqê cûda ye û hikûmeteke Iraqî heye ku em alîkariya wê dikin di şerê li dijî DAIŞê de”. Û pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û kelûpelên çekdarî bo Kurdan bi “Gelekî girîn” dide zanîn, da ku “Karibin bi awayekî aktîv rûbirûyê DAIŞ bibin.”
Û ev hevpeyvîn li gele qenalek emirîkî lidar ketibû dema ku Şahê Urdinê Ebullah ê Duyem bi serdanekê gehişte Amerîka û ligel Serokê Amerîka Barack Obama civiya.