Wecîha Ebdulrehman
Penaber in
li bin sîka asîmanekî tarî
di vê şeva tarî de
bîranînên rojên xweş
di ramanên me de
nû dibin.
Dengê xwedê dûr e..
û em jî
ji karwanê xweziyan
veqetiyane.
Bi tenê ne em..
di valahiya koçberiyê de
di valahiya axa tî de
gincir dibin gotinê bê sîk
çi seyraneke
bê şadî ye.
Penaber in em..
û destê vê şevê biçûk in
em neparastin
çi xizanin ev rê
dûr in koçikên çîrokan
wisa em jî dûr in
em li ku ne
û tariyê konê xwe vedaye
li vê.. qonaxa
nediyar.
Penaber in em
û çirayên vemirî
di canê xwe de vêdixin.