Ebas Mûsa
(keça min, li vê mewîja ser hestûwê xwe binere, bê çawa neqişandî ye!) Dayika wiha ji min re digot min dema porê min dihûnand, her dem ev mewîj bi min re mezin dibe, çaxê ku ez serê xwe jî dişom ez destê xwe di ser re dibim (ev mewîj çendî xweş e, çendî xweşik e). Ew ramûsana ku yarê min jî dabû min, li sere. Pişt re, ji jiyana min bar kir, û ew mewîj hişte mîna birînekê, lê mewîja min ma bi min re.
(Tu di bê qey we tu carî mewîj nedîtine!) Dayika min ji her kesî re digot (ka li vê mewîja xweşik û xweş li ser histê qîza min binerin).
Çîrok ji mêj ve ye, dema dayika min bi min ducanî bû, di wê demê de ez berê yekem bûm ji dayika xwe re, û mihbûrî li ser mewîjan dikir. Bavê min jî di wê demê de paş histê xwe xurand: “Ez ê mewîjan ji ku derê bînim?!”.
Bavê minî cotkar ziq li sînor meyzand, hingê sînor di navbera Serxet û Binxê de li vê deştê hatibû danîn: “Ez ê qaçaxiyê bikim, û bela ev kirasê li min biqete”.
Ew yekem car bû ku sînor derbas dikir, gelek çek bi xwe re anîn, û dev li ken kulmek mewîj xiste destê dayika min.