Imran Yûsiv
(Diyarî ji bo şervanên kurd ji Kobanê ta Xaniqînê)
Ber bi rojê ve herin zû bikujin vê tariyê
Dest bi dest êrîş bikin ruxînin koledariyê
Neviyên Ristemê Zal in leheng û qehreman in
Hilgirên nirxê bilind, parêzerê mirovan in
Çek û rextê xwe girêdin roja cenga giran e
Xaka Kurdistanê îro qada baz û şêran e
li xaka me diçêrin Rovî, Çeqel û Gurên har
wan bidne ber nêçîrê setemkariyê bînin xwar
şervanên azadiyê mêrxas û hem aştîxwaz in
pêşmerge ,YPG ne, xwedanê doz û rêbaz in
Kurdistan soz û peyman libek xaka te bernadin
Serkeftin rêka me ye destê neyara mê badin
Kurdin em j agir çêbûne naşikin venamirin
Hezar lehî bi ser me de hatin vaye hîna li vir in
Ji dîrokê bipirsin çendî sor bûye j xwîna me
Dest ji dozê nagerin pûlat û hîm e vîna me