Pêşengeha ‘Çîroka Bêrîyê’ ya ku ji wêneyên Aytaç Araz Selçuk ên ku li herêma Behdînan kişandine pêk tê li Gelerî Birzamanlar tê pêşandan.
Kesên ku bixwazin dikarin di navbera 27’ê Mijdar û 20’ê Kanûnê de pêşengehê bibinin.
Di pêşengehê de 60 wêneyên li gundên herêma Behdînan hatî kişandin dê bêne nîşandayîn. Mijara wêneyan çanda ku ji berê de hatî, jiyana rojane ya gundiyan, cil û xwekirinên herêmê û netewên xirîstiyan ên ku li heremê dijîn in.
Pêşengeh ji wêneyên di nava sê salan de hatî kişandin pêk tê.
Wênekêşê Wanî Aytaç Araz Selçuk, di demên pêş de pêşengehên ‘Xemginiya Sardur’ (Wan, 2009) û Ertemêtan: Xweza û Çand (Wan, 2010) li dar xistibû. (r.s)